Serrûpel Nûçe Îraqê şirketa Chevron ceza kir

Îraqê şirketa Chevron ceza kir

Belav bike

 Wezaerat Îraqê kete nava tevgerê da ku kar û xebatên Chevron li Îraqê qedexe bike. Wezareta Petrolê ya Îraqê der barê şirketa Chevron de daxuyaniyek da û diyarkir ku “Ji ber ku Şirketa Petrolê Chevron ya Emerîkî bê destûra Bexda peyman ligel Herêma Kurdistanê mor kiriye, ew hatiye cezakirin û nikare tu peymanekê li Îraqê mor bike.” Her weha di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku peymanên hemû şirketên petrolê yên biyanî li Kurdistanê ne qanûnî ne û nayên qebûlkirin. Hêjayî gotinê ye ev necara yekê ye Rêveberiya Bexda der barê şirketên biyanî de van daxuyaniyan dide, lê heta niha ti şirketên mezin kar û xebata xwe ya petrolê li Herêma Kurdistanê nesekinandine.

 

Avestakurd