Serrûpel Nûçe Tirkiyê PYD’ê qebûl nake

Tirkiyê PYD’ê qebûl nake

Belav bike

  

Ebdulhekîm Beşar der barê mijara Ajansa AA ligel pêk anî û mijarên rizgarkirina bajar û helwesta Tirkiyê de bersiva pirsên Rûdawê da. Ebdulhekîm Beşar got ” Sûriyê hinek bajarên wekî Efrîn û hinek cihên din û rêveberiyên sivîl ên wekî şaredarî radestî PYD´ê kirine. Ajansa Anadolu ji min pirsî, Kurdistana Sûriyê rizgar bûye yan na, min got, ‘Nexêr.’ Rejîm dikare bi kuştin û wêrankirinê cihên ketine destê Kurdan bistîne. Li Kurdistana Sûriyê li cihê ku daîreyek di destê PYD´ê de ye, li kêleka wê jî daîreya ewlekariyê hê karê xwe dimeşîne. Kengê bixwazin wê bi keyfa xwe bikin. Ez wê wekî rizgarbûnê nabînim.” Her weha Beşar der barê bilindkirina alan de jî got ku divê tu alên partiyan neyin hildan û got “Em dibêjin divê li Rojavayê Kurdistanê bila ji bilî ala serxwebûnê ya Sûriyê û ala Kurdistanê, ala ti partiyekî din neyê hildan. Hevdîtinên me di wî warî de ne. Ev yek jî meseleya me û Kurdîniyê pêktîne, peywendiyên me yên ligel Sûriyê jî xurtir dike. Em ne ji bo partiyan lê ji bo kurdîniyê kar dikin. Îro roja kurdîniyê ye lê ger sibe rejîm çû û hilbijartinek çêbû, wê demê mafê her partiyekê heye ku nêrîna xwe ya siyasî ji xelkê re bêje û xelk wan hilbijêre. Wê demê rêveberiya herêma xwe bike.” Ebdulhekîm Beşar diyarkir ku peymana hewlêrê di berjwendiya PYD’ê de ye û weha pêdeçû “Me li Hewlêr peymanek bi hev re îmze kiriye. Duh jî hevdîtineke me hebû û didomin. Peymana Hewlêrê di berjewendiyên PYD´ê de ye û em hêvî dikin bê cîbicîkirin. Îro em bi hev re berê xwe bidin rejîma ku kurd qetil kirine û bê nasname hêlayîn. Em destê hev bigrin, şerê rejîmê bikin û şerê hev nekin.” Ebdulhekîm Beşar di berdewamiya axivitina xwe de ji PYD’ê hêvî kir ku ala xwe bilind neke û got “PYD zêdetir ala partiya xwe hildidin û alekî taybet çêkirine. Ew al ne wekî ya li Herêma Kurdistanê tê hildan e. Ew al li cihê hêzên kurdî ne cihê aramiyê ye. Ew jî li Herêma Kurdistanê parçebûnekê çêdike. Em hêvî dikin ku PYD jî ala kurdî, ya Komara Kurdistanê û ya Kurdistana Iraqê hildin.” Beşar der barê rizgarkirina bajarên Kurdî de weha got ” Em wekî berjewendiyên kurd, ENKS û PYD´ê di bin banê encûmenê de karê xwe bikin û ne bi serê xwe tevbigerin. Ji ber ku Tirk jî qebûl nakin ku Kurdistana Sûriyê di bin kontrola PYD´ê de be, kî qebûl bikin Tirkiye qebûl nake. Em bi hev re rûniştin û min ev gotin ji wan re gotin; ev ne di berjewendiya we û kurdan de ye ku hûn bixwazin herêma kurdî bi çekê bêxin di bin berjewendiya xwe de. Ji ber Tirkiye qebûl nake û berî du rojan jî Tirkiyê wisa got ku em napejirînin hêzek bi wî awayî herêmê kontrol bike. Em weke El-Partî û ENKS jî divê li gor peymana Hewlêrê tevbigerin. Em hêvî dikin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) xwe bêxin bin banê ENKS û EGRKê de.” Ebdulhekîm Beşar di berdewamiya axivitina xwe de behsa rêveberiya herêmakir û got ku “Belê divê em bi hev re rêveberiya wan herêman bikin. Ji bo karûbarên xelkê nerawestin û di warê sivîl de karê xwe bi rê ve bibin. Di warê ewlekariyê de dezgehên ewlekariyê yên Sûriyê li cihên hatine rizgarkirin mane. Lewra em nikarin bêjin ku hatine rizgarkirin. Cihê rizgarkirî, divê rejîm nekaribe biçe di nav de. Şaredariya Kobanê di destê me de ye û rejîm nikare derbas bibe, lê dikare derbasî yên din bibe.”

 

Avestakurd