Serrûpel Nûçe Bila Tirkiyê piştgiriya Kurdên Sûriyê qezenc bike

Bila Tirkiyê piştgiriya Kurdên Sûriyê qezenc bike

Belav bike

 Demîrtaş got ku divê Tirkiyê Kurdên Sûriyê qezenc bike û weha pêdeçû “Divê Tirkiyê Kurdan qezenc bike, piştgiriya wê bide aliyê xwe. Bê ku mêze bike ka kîjan partiye, divê biryara gel muxatab werbigire. Divê siyaseteke ku Kurdên wir dijmin bibîne neşopîne. Me ev li Herêma Kurdistanê jî dît, şopand. Madem siyaseta Tirkiyê ya derve  ew e ku Esed nebaşe û divê biçe, madem ew e ya gelê Sûriyê dixwaze, nexwe divê mirov xwedî hewlesteke biryar be. Eger Tirkiyê di siyaseta Kurdên Sûriyê de şaşîtiyê bike dê pirsgirêkên cidî derkevin ortê. Ger rêz ji daxwaz û biryara gel re bê girtin, dê fêrisya maneweriyê zêde bibe.” Her weha Demîrtaş der barê Kurdên bakurê Kurdistanê de jî got “Tirkiyeke ku 20 milyon Kurd lê dijîn, divê di mijara Kurdan de şêwaza avekar bê bikar înan. Ger tu weha bike em jî piştgirî bidin. Dê PYD’ê gavne biavêje ku karê Tirkiyê rehet bike. Ji xwe PYD’ê dibêje ’em ne li dijî Tirkiyê ne.’ Naxwaze Sûriyê bê perçekirin. Daxwaze kesekî tune ye ‘sînoran perçe bike, dewleta neteweyî avabike.’Eger Tirkiyê baweriya Kurdên Îraqê, Kurdên Sûriyê qezenc bike dê li herêmê bibe aktorek girîng.” Demîrtaş di nirxandina xwe de behsa destpêka nêzîkbûnên dewleta Tirk ji Serokê Herêma Kurdistanê re û nêzîkbûnên niha jê re û got ku divê Tirkiyê vê rastiyê bibîne.

 

Avestakurd