Serokê CHP’ê di nirxandina xwe ya rexneyî de îdîakir ku ev dewlet dê weke Îsraîl be û behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêvajayo avakirina dewleteke Kurdî de kir. Kiliçdaroglu got “Her kesî dizaniya ku hewldan heye li Sûriyê herêmeke weke Herêma Kurdistana Îraqê avabibe. Hate nivîsandin, hat xêzkirin, gelo me çikir? Mêzekin, xala ku giyahê ya herî mifadar dewleta Îsraîl e. Li Rojhilata Navîn binavahiyeke ku dê sedî sed weke Îsraîl tevger bike ya dewleta duyê çêdibe. Mebesta min ne tenê pêşketinên li bakurê Sûriyê dibine, mebesta min ew e ku dewleteke dê Herêma Îraqê (Herêma Kurdistanê) jî têxe nava xwe.” Kiliçdaroglu bal kişand ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî û weha pêdeçû “Divê hûn dengdana siyaseta xwe ya derve, encamên wê, dê çi bibe bizanin. Çawa tu tevgerê dike bê ku tu şîrove neke û nizane ka dê çi encaman ligel xwe bîne? Lewazbûna herî mezin ya Wezîrê Karê Derve ew e ku pêvajo şîrove nekiriye. Ma rola Barzanî di vê pêvajoyê de nedihat zanîn? Ji bo texmînkirina van pêdivî nake mirov Wezîrê Karê Derve yan jî Serokwezîr be. Em bûne welatekî di mijara siyaseta derve de, di nava teqna Rojhilata Navîn de mayîn.” Her weha Kiliçdaroglu diyarkir ku siyaseteke biçûk dîtinê hatiye meşandin û hêza Serokwezîr nemaye ku êdî bikare bûyeran îdare bike.
Avestakurd
.