Li Başûrê Rusyayê, li herêma Ural, mirovekî ku derketibû gerê, rasta bîdonên şîn hat. Dûra hat sehkirin ku, di hundirê wan bîdonan de cenînê mirovan hebûye. Dirêjiya cenînan 15 santîm bûye û hat eşkere kirin ku ew cenînana yê 12 û 16 hefteyî bûne.
Li gorî agahiyên u polîs dane, ji bo parastina cenînên di hundirê bîdonên şîn de formaldehitle (kîmyasalên bijehr) bikaranîne. Li ser bîdonan paşnav û etîketên bi nimare hebûne.
Li wê herêmê 4 nexweşxane hene. Polîs ji wan nexweşxana dikeve gumanê.
Rayedarên Rusyayê jî diyar kirine ku, hin cenîn temenê wan 10 sal bûne. Pisporên tenduristiyê jî dibêjin, guman e ku xwendekarên tipê ji bo perwerdehiyê ew cenînana bikar anîbin.