Îro ji demjmêrên sibê were ser fermana Malikî hêzên Îraqê xwe nêzîkî gundên Kurdan kirine û heta vê kêliyê rewşa awarte li deverê berdewam dike. Li gor jêderên pêbawer ji devera gundên Rabîa ji Avestakurd re ragihandîn, leşkerên Malikî ji bajarokê Sînûnê ya nêzîkî Şîngalê heta nêzîkî gundên Qahîra bi tank, çekên giran ku ji şer re xwe amadekirine bi cîh bûne. Bi hezaran pêşmerge jî li deverê bicîh bûne. Jêder diyarkir ku gundiyên gundê Qahîre (hemû erebin û di navbera Qahîre û gundê Kurdan de deh deqe meşe) malê xwe hêlane û niha li wî gundî hijmareke zêde pêşmerge bi çekên giran bicîh bûne. Her weha hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê dîwarek bi ax li ser rê li binya gundê Qahîre çêkirine ku ti tirimbêlên leşkerî yên artêşa Îraqê nikarbin derbasî aliyê Kurdan bibin û rêya sereke ya dewelî di navbera Rebîa û herêma Kurdan de birîne. Jêder got jî ku heta vê kêliyê hêzên pêşmerge ji Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê digihin devera Rabîa.
Avestakurd