Malpera Avestakurd ku ji demjmêrên sibê were bi rêya jêder û ji nêzîk ve ev pêşketina nû li deverê kêlî bi kêlî, demjmêr bi demjmêr dişopand û bi şêwazeke rast û durist hewldanên artêşa Malikî ji raya giştî radigihand. Heta vê kêliyê hêzên pêşperge li devara gundên Kurdan, aliyê Rebîa, Zimar, Birdiya belavin û bicîhbûne. Lê ji aliyê artêşa Malikî ve li aliyê gundê Qahîre sistayî û kêm tevgerî tê xwiya dike. Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer der barê vê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got “Îro li danê sibehê hêzeke fewca 2 ya lîwaya 38 ya bi ser fîrqeya 10 a Artêşa Îraqê da rê daku li sînorê navbera Îraq û Sûriyê de li navçeya Saîf heta gundê Gaîne bi cîh bibe, lê hêzên lîwaya 8 ya pêşmerge yê bi ser bi Wezareta Pêşmerge ve rê nedane wan daku biçine navçeyê.” Her weha Cebar Yawer diyarkir ku di navbera aliyan de ti pevçûn û rûdan neqwimîne.
Avestakurd