Serrûpel Nûçe Mudurê bankê 7 mîlyon dolar revand û çû

Mudurê bankê 7 mîlyon dolar revand û çû

Belav bike

Gerînendeyê şaxeka bankaya Garantiyê a li Tirkiyê, li Stenbolê danê nîvro 7 mîlyon dolar ji bankê teslîm digire ku bibe Qibrisa Bakur û radesta şaxa bankê a li wira bike. Gerînende ji holê wenda dibe. 
Rayedarên bankê eşkere kirine ku heta niha ti agahî ji gerînendeyê bi 7 mîlyon dolara ji holê wenda bûye, negirtine. Di derbarê vê bûyerê de hîn ti agahiyên zelal bidest neketine. 
Li ser gumana, dibe ku gerînende reviyabe Kubayê, disekinin. Tê îfadekirin ku, nasê gerînende li Kubayê hene û îhtimale ku teva 7 mîlyon dolar, gerînendeyê wendayî reviyabe dewleta Kubayê. 
Di derbarê bûyerê de, gerînendeyê şaxa Lefkoşeyê jî daxuyaniyek kiriye û diyar kiriye ku, 24ê Tirmehê vir ve ji gerînendeyê wendayî ti agahî nehatine girtin.