Serrûpel Nûçe Ji bo bîranîna Roboskî (Vîdyo)

Ji bo bîranîna Roboskî (Vîdyo)

Belav bike
Komkujiya Roboskiyê 7 meh li paş xwe hîşt. Gundiyên ku ji bo debara xwe bikin, mecbûr dimînin biçine qaçaxiyê, ji aliyê balafirên dewleta Tirkiyê ve hatin kuştin. Bi bombardimanan 34 gundî ku pirraniyê wan zarok bûn ji heman malbatê bûn, hatin qetilkirin.
Li ser Roboskiyê pirr tişt hatin gotin û pirr çalakî hatin kirin lê hîn jî berpirsyar nediyar in. Tam 210 rojin ku nehate zelalkirin, kê, çima, ji bo çi, bi çi armancê, bi fermana kê ew komkujiya kir, hîn nehate eşkerekirin.
Tenê tiştek hate kirin, li gundê Roboskiyê, bi hinceta “li qeymeqam xistin” xort nehîştin û hemû girtin.
Ji bo Roboskiyê edalet. Ji bo pêşîlêgirtina Roboskiyên nû, pêwist e Roboskî neyê jibîrkirin.