Serrûpel Nûçe PYD banga diyalogê li Tirkiyê kir

PYD banga diyalogê li Tirkiyê kir

Belav bike
 Mislim der barê gefxwarinên Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li hemberî Kurdên Rojava de ji ANF’ê re axivî. Mislim der barê axivitina Erdogan de ku gotibû ‘ji mafê me ye em derbasî Sûriyê bibin’ de got “Axivitinên Erdogan nayên qebûl kirin, ne di cihê xwe de ne. Ew bixwe dibêje ku ji gelê Sûriyê re demokrasî û azadiyê dixwaze, em jî dixwazin. Ger di vê mijarê de duriste çima Kurdan cuda dike?” Mislim der barê mijara mudaxelekirina Tirkiyê ser Sûriyê jî got “Ev zehmete. Rewşa dinyayê destûra  vê nade, lê ger vê yekê bike dê dînatî be, dê bikeve nava teqnê. Ne aliyê navnetewî ne herêm, ne jî Welatên Rojava û ne jî Ereb mudaxeleke weha qebûl dikin.” Mislim da diyarkirin ku çima Wezîrê Karê Derve yekser ligel me naxive û weha pêdeçû “Birêz Mesûd Barzanî em anîn cem hev, erkê xwe kir, bû şahid. Ew bi xwe jî serokek Kurd e, her kes rêzê jê re digire. Di nêzîkbûnê de rola xwe lîst. Lê ne di nava meselê de ye. Bawer nakim ku dê Davûtoglû tiştekî bi dest bixe. Çima Davûtoglû nayê ligel me naxive?”   Mislim diyarkir ku axivitina Erdogan `tiştekî pêkenî ye. Behskirina vê bixwe heqaretek mezine ji Kurdan re.” Her weha got “Ango bila Kurd neyin cem hev? Çim bi xwe ji bo hindek din rewa dibîne ji Kurdan nabîne? Divê dest ji vê nêzîkbûna ji Kurdan berde. Ya têkirin ji bo Kurdan heqarete, em qebûl nakin.” Mislim ji bo diyalogê jî got ku bila bê yekser ligel me biaxive û weha got “Çima ligel me nakeve nava diyalogê? Bila bê ligel me biaaxive, bila ji zimanê yekê bibhîze. Gumanên rake.” Mislim got ku ew qet parastin û mudaxeleya wê qebûl nakin û got “Em bi ti awayî parastin û mudaxeleya Tirkiyê naxwazin.” Û weha dewam kir “Ji ber pevçûnên li Şamê û Helebê têne herêmê, em pêdiviya wan pêk tînin. Lê em destûr nadin hêzeke çekdar derbasî herêma me bibe.” Mislim tekez li ser wê yekê jî kir ku pevçûn negengaze ku piştî k Heyeta Bilind di nava Kurdan hate avakirin biqewime û weha got “Em bi Kurdan re tevgerê dikin. Konseyeke me Kurdan heye. Em hewl didin pêk bînin. Bi taybetî piştî Heyeta Bilind ya Kurdan hate avakirin êdî negengze pevçûn di navbera Kurdan de biqewime. Li vir biryar bi hev re tê wergirtin.”

 

Avestakurd