Serrûpel Nûçe Divê hêzên Îraqê vekişin

Divê hêzên Îraqê vekişin

Belav bike

 Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê der barê vê helwesta Malikî ya şerxwaz û dagirkirina deverên Kurdan de, bang li Bexda kir ku hêzên xwe paşve vekişîne. Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman daxuyaniyek da ragihandinê û got ku şandina hêzên Îraqê bo ser sînorê Sûriyê li dijî destûriyê ye. Osman diyarkir ku berî şandina hêz divê agahiya Serokê Herêmê û Wezareta Pêşmerge hebe. Osman di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku berê me ji Îraqê xwestiye ku hêzên xwe ji Kerkûk, Seidiye û Celewlayê vekişnin, lê her ku diçe hêzên zêde jî şandiye wir. Ji aliyê xwe ve Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwaribû ku ger hêzên pêşmerge li wir bimînin dê rewş giran û metirs bibe. Hêjayî gotinê ye, ev çend rojin hêzên Îraqê li aliyê Rebîa li ser sînorê Sûriyê bicîh bûne û dixwazin derbasî deverên Kurdan bibin, lê pêşmerge destûr nadin vê yekê û vê nêzîkbûna Bexda weke xwestina dagirkirina Kurdistanê bi nav dikin.

 

Avestakurd