Serrûpel Nûçe Kurdistan ne bêxwedî ye

Kurdistan ne bêxwedî ye

Belav bike

 Demîrtaş di xwarina fitarê ya Şaredariya Pirsusê (Surucê) de axivî. Demîrtaş detpêka axivitina xwe silav li serhildana Qamişloyê û Kurdên Rojava kir û li ser axivitina Erdogan sekinî û got “Tuyê li gorî kîjan qanûnê biçî mudaxeleya li wir bikî? Tuyê li gorî kîjan peymana navneteweyî mudaxeleya li wir bikî?”  Demîrtaş diyarkir ku derdê Erdogan ne PKK-PYD’ê ye û weha pêdeçû “Derdê Serokwezîr PYD û PKK nîne em dizanin. Serokwezîr bi awayekî aşkere dijminahiya Kurdan dike. Nijadperestiyê dike. Tehemûlê nîşanî tu serkeftinên Kurdan nade.” Demîrtaş diyarkir ku mesele PKK û PYD’ê hincete, ev yek dijminahiya Kurdan e. Li wir Konseyek heye 15 paartiyên siyasî bi rêve dibe. Her weha got jî ku “Kurdistan ne bêxwedî ye. Li vir 20 milyon Kurd hene. Ew bê deng namînin.”

 

Avestakurd