Li navçeya Colemêrgê li Şemzînanê, hêzên ewlekariya Tirkiyê li dijî gerîlayên HPGê operasyoneke mezin destpêkirin dan.
Hat ragihandin ku, li Şemzînanê heta sibê bê navber dengê çekan, helîkopteran û balafiran hatiye. Di serî de çiyayê Gomanê, gellek deverên herêmê hatine bombebarandin.
Hat îdiakirin ku, komeke gerîla a qelebeliq, bi çekên giran sînor derbas kirine û hewl dane ku têkevina navçeyê. Hêzên dewletê tavilê bersiv dane êrîşên gerîla û di navbera her du hêzan de pevçûn derketiye. Hêzên dewletê piştî pevçûnê, derên ku gerîla lê hebûne dane ber top û bombeyan.
Yekîneyên derdorê jî sewqa herêmê kirine û li bejahiyê jî operasyoneke berfireh destpêkirin dane.
Dîsa operasyona ku li hemberî gerîlayên ku rê kontrol kirine, li navçeya Şemzînanê, li gundên Baglar û Rizgarliyê dewam dike.
Tê ragihandin ku di navbera qomandoyên ku bi helîkopteran veguhestine herêmê û gerîlayên HPGê de car caran pevçûn derdikevin.
Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore jî, di derbarê operasyonan de diyar kiriye ku, ji 24ê Tirmehê vir ve, Şemzînan rewşa şer dijî û operasyon dewam dikin. Tore dibêje, der û dever û çiyayên ku hêzên dewletê nikarin têkevinê, bombe dikin. Teva ewqas operasyon û leşkeran jî, ew herêmana di kontrola gerîlayên HPGê de ne. Leşker li bejahiyê nikarin tiştekî bikin, bi hêzên hewayî bombebaran dikin.