Li gor ANF’ê, di encama bombebarana rejîma Esed de jinên Kurd ên bi navê Emel Mihemed Xelîl (27), dayîka wê Emîne Dawûd (50) û dapîra wê Elmas Dawîd (70) jiyana xwe ji dest dane. Hêjayî gotinê ye, duhî artêşa rejîma Esed bo cara yekê ji dema xwepêşandan destpêkirî êrîşeke berfireh û mezin bire ser bajarê Heleb. Li gor hin agahiyan heta vê kêliyê jî Heleb di navbera agirê her du aliyan de dişewite.
Avestakurd