Piştî ku Bexdayê Lîwa 37-38 bi mebesta dagirkirina deverên Kurdan ji aliyê zimar, Rebîa, Pêşxabîr û gumrika Brahîm Xelîl û nedestûrdayîna pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji vê helwesta mebest xerab re, alozî di navbera Bexda û Hewlêrê de kûr bû. Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî gef li Herêma Kurdistanê xwarin, Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ew rê nadin leşker derbasî deverên Kurdî bibin. Li gor agahiyên hatîn bi destxistin, niha Emerîka ketiye dewrê û di navbera her du aliyan de navbeynkê dike da ku ev pirs bê çareserkirin.
Avestakurd