Endamê Komisyona Karê Derve yê AKPê û Parlementer Prof.Dr. Îdrîs Bal, dibêje, PKKê ji bo avakirina dewleteke Kurd a ku dixwaze ava bike, ji o pêkanîna lingê wê dewletê yê Suriyê, ku dem hat sekinî dest bi liv û hereketê kir.
Di daxuyaniya ku dabû rojnameya Bugunê de wiha dibêje, ”PKKê li wira gav avêt. Ma em ê xwe wek Kurdistana Başûr li hemberî vê îzole bikin? An jî em ê dersan li Kurdistana Başûr bigrin û destê xwe têxine bin kêvir û mudaxeleya wira bikin. Ger em mudaxeleya Kurdistana Rojava nekin, em ê berdêleke giran bidin.”
Parlementerê AKPî, ji bo têkevine Suriyê, dibêje ku îcab bike bila meclîs tavilê kom bibe û tezkereyê derxîne. Dewam dike, “kes şer naxwaze lê were bisekine şer jî qasî aşîtiyê ferz e. Vê biryarê hikumet û serokwezîr wê bigre.”