Li gor MSHK`ê, di hevdîtinê de nûnerê Putin silavên Serokdewletê Rûsya Putin li Serokê Herêmê kirin û bi navê welatê xwe bi fermî Serokê Herêmê vexwend Rûsyayê. Her weha Mîxayîl bal kişand ser vê serdanê ku ji bo wan gelek girînge û Rûsya bi çavekî girîng li vê serdanê mêze dike. Serokê Herêma Kurdistanê bi keyfxweşî vexwendina Rûsya pêşwazî kir û di axivitina xwe de bal kişand ser têkiliyên di navbera gelê Kurd û gelê Rûsya yên dîrokî.
Avestakurd