Serrûpel Nûçe Li Geverê gengeşî derket (Vîdyo)

Li Geverê gengeşî derket (Vîdyo)

Belav bike

Li Gevera Colemêrge, doh êvarê saet di 20.00 an de, li parqa malbatê a Musa Anter şahiyek hat lidarxistin. Parlementerên BDPê Ozdal Uçer û Esad Canan jî beşdarî şahiyê bûn.  Bi hezaran Geverî, şahî di nav coşeke mezin de derbas kirin. Gellek stranbêja bi Kurdî stirîn û gel rabû govendê. Pankarta “em bi rihê 15ê Tebaxê şoreja Kurdistana Rojava slav dikin” jî bal kişand.
Piştî şahiyê, gel xwest meşekê li ser kolana Cengiz Topel lidarbixîne lê polîsan bi bombeyên gazê êrîşa gel kirin. Li navçeyê 5 deqa qet dengê çekan nehate birîn. Di nav vê gengeşiyê de, trafoyê ceryanê yê Geverê teqiya û hemû navçe di nav tarîtiyê de ma.  
Tîmên taybet, navçe girtine ablukayê û bi panzerên bizirx her der girtin.
Ji ber vê esnafên Geverê jî dikanên xwe venekirin.