Serrûpel Nûçe Belgefîlma komkujiya Geliyê Zîlan (Vîdyo)

Belgefîlma komkujiya Geliyê Zîlan (Vîdyo)

Belav bike

Di derbarê komkujiya Geliyê Zîlan, a ku di sala 1930 an de, ji aliyê hêzên artêşa dewleta Tirkiyê ve hatibûn kirin, cara ewile ku belgefîlma komkujiyê hate çêkirin. Belgefîlm, bi navê “Newala Xwînê” hatiye amadekirin. Derhêneriya belgefîlmê Sedat Ulugana kiriye û mûzîk jî Suna Alan.
Di sala 1930 an de, ji aliyê 9.Kolordiya dewleta Tirkyê ve, hîn ku hereketa sêyemîn a Agiriyê destpênikiribû, Kurdan xwe spartibûn Geliyê Zîlan a ku li Wan Ercişê ye. Artêşa Tirkiyê li Geliyê Zîlan li hemberî Kurdan komkujî pêk anî. Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, 15 hezar kes, li gorî nivîskarê Kurd yê ku bîzatîhî di serhildana agiriyê de cih girtiye Hesen Hîşyar Serdî, ji 18 gundin eşîretên Hesenan, Zîlan, Sipkan û Ademan, 47 hezar gundî hatine qetilkirin.