Serrûpel Nûçe Bexda 110 hezar leşker şandiye ser sînorê Kurdistanê

Bexda 110 hezar leşker şandiye ser sînorê Kurdistanê

Belav bike

 Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê der barê hejmara leşkerên ku Îraqê şandiye ser sînorên Herêma Kurdistanê de diyarkir ku ji Xaneqîn ta nêzîkî Zaxo 110 hezar leşker şandiye.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di rapora xwe ya pêkêşî civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî pêk anî de kirî, aşkere kir hejmara leşkerên Îraqê yên hatîn şandin 110 hezar in. Wezaretê di raporê de diyarkir ku ji ber vê yekê hêzên pêşmerge li wan deveran bi cîh bûne û rê nadin.  Hêjayî gotinê ye, li gor vê hejmarê mebesta Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî derdikeve ortê ku çend xerabe û mebesta wî dagirkirina deverên Kurdistanê ye. Ji aliyekî din ve heta niha alozî didome û herî dawî Emerîka ji bo çareserkirina vê pirsê navbeynî di navbera Bxeda û Hewlêrê de dikir.

 

Avestakurd