Li gor AA’yê, Davutoglu li balefirgeha Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazî kirin. Her weha dê Davutoglu li ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtê ligel serokê herêmê bike û dê ligel hev fitra xwe bikin. Çavlirêye ku di vê hevdîtinê de Davutoglu behsa rewşa li Rojavayê Kurdistanê bike û şik û gumanên xwe ji Serokê Herêmê re bîne ziman.
Avestakurd