Serrûpel Nûçe Welîd Mualim serdana Bexdayê kiriye

Welîd Mualim serdana Bexdayê kiriye

Belav bike

 Her ku diçe helwesta zilamê rejîma Îranê û piştgiriyê rejîma Esed Nûrî El Malikî beramber Herêma Kurdistanê zelal dibe. Li gor hin çavkaniyan li dema Seyda serdana Hewlêrê kiriye Mualim jî serdana Bexdayê kiriye. Di serdana Mualim ya Bexdayê de derdikeve ortê ku pirsa heyî di navbera leşkerên Malikî ji bo dagirkirina Kurdistanê û pêşmergeyên ku tucar destûr nadin leşkerên Îraqê derbasî Herêmê bibin, pirseke dewletan e. Dema Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di gotara xwe ya nivîskî de ji bo rewşa Îraqê, Herêmê û Kurdên Rojava de bal kişandî ser gelek xalên girîng ku gotibû ‘ez rê nadim yekîtiya Kurdan xerab bibe…û xerabî bigihê Kurdên Rojava’ mebest ew bû ku şer di navbera dewletan de têkirin neku tenê mebest Herêma Kurdistanê ye.

 

Avestakurd