“Îro li bajarê Hewlêrê, birêz Ahmet Davutoglu wezîrê derve yê Komara Tirkiyeyê û birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistana Îraqê bi awayekî berfireh, dostane û avaker têkeliyên dualî, pirsên herêmî, bi taybetî rewşa Suriyeyê minaqeşe kir. Her du aliyan li hember berfirehbûna têkeliyan di hemû waran de kêfxweşiya xwe nîşan da, bi taybetî li ser pêşxistina têkeliyên aborî û enerjiyê rêkeftin.
Di civînê de tekîd kirin ku rewşa surî rewşeke karesat e û qirkirina gelê surî berdewam e, qurbanî û wêrankirin li Suriyeyê di sewyeyeke bê mînak de ye. Tekîd jî kir ku, reftar û siyaseta rijêma surî a di warê çêkirina nakokiyên tayîfî û etnîkî li nav welêt hêş pêtir rewş xerapkiriye û pêşhatên li Suriyeyê ji bo ser emin û îstîqrara herêmî gef û tehdîdan dirust dike. Bi hemû pîvanan ev rewş nayê qebûlkirin.
Tekîd kirin li ser pabendbûna xwe bi guhastina hukmî li Suriyeyê bi aşitî û siyasî û paşeroja Suriyeyê divê ji aliyê îradeya azad a gelê surî ve biryar li ser bê dan.
Her du alî li ser hevkarî û hevahengî ji bona alîkarîkirina gelê surî û bidestveanîna daxwazên gel bo Suriyayeke demokratîk, azad û plural ku, hemû hevwelatî bi maf û azadyan yeksan bin, rêkeftin. Di Suriyeya nû de divê nasnameya gişt etnîk, ol û tayîfî rêz lê bê girtin û divê mafên hemûyan bên dabîn kirin û bên parastin. Herwesa dilgeraniya xwe li hember kaosa û neîstîqrariya li Suriyeyê nîşan da û tekîd li wê yekê kir ku, her hewileke ji bona îstîxlalkirina valahiya desthilatê ji aliyê her grûp û rêxistineke tundutîj ve bi gefek hevbeş tê hisab kirin û divê bi hevbeşî bê çareser kirin.
Pêwîste Suriyaya nû ji grûp û rêxistinên tundûtîj û terorîst xalî be û her du alî li ser berdewamiya bihevdu şêwirîn û hevkariyê bi awayekî ku di berjewedniya aşitî û îstîqrara herêmî de be, rêkeftin.”