Pispor û nivîskarên Emerîkî yên di karê Rojhilata Navîn de didin diyarkirin ku dawiya Serokdewletê rejîma Sûriyê Beşar El Esed jî dê weke dawiya Serokê Lîbiya yê berê Qezafî be. Li gor hejmara (1/8/2012) rojnameya Emerîkî Waşînton Post ku di nivîsekê de cîh daye dîtin û nêrînên pispor û nivîskarên Emerîkî yên şeheraza di karê Rojhilata Navîn de. Li gor pispor û nivîskaran ku nêzîkbûnên Esed ji aloziyê û desthilatdariyê re bingeh digirin, ew didin diyarkirin ku dê aloziya li Sûriyê ber bi şerekî navxweyî ve biçe û dê Şam bibe navenda agir. Her weha dibêjin jî ku dawiya Esed ya kuştine yan jî girtine.
Avestakurd