Li bajarê Suriyê yê duyemîn herî mezin Helebê, hêzên rejîma Esad û hêzên muxalîf, li kolan û kuçeyan pevçûnên xwe didomînin. Pirr caran xelkê sivîl di nav pevçûnan de dimîne. Her du alî jî ji bo bi temamî bidestxistina Helebê şerekî dermirovahiyê didin.
Hêzên muxalif, ji rejîma Esad milîsên ku teslîm digrin, pêşiyê jêpirsînê dikin û dûra jî ew kesana, dibine dibistanan, li ber dîwarekî rêz dikin û guleyan dibarînine ser wan û înfaz dikin.
Nûnerên Neteweyên Yekbûyîn diyar dikin ku, êdî ew zanin di destên muxalifan de çekên mezin û tank hene.