Li gor rojnameya Weten ya Erebistanê, Seyda got egera serdana wî bo bajarê Hewlêrê ew bû ku ligel Kurdên Sûriyê gotûbêj bike. Her weha diyarkir ku hewl tê dayîn Kurd jî tevlî ENS’ê bibin û li bin banê ENS’ê de kom bibin. Seyda got jî ku di civîna bi Serokatiya Herêmê li Hewlêrê hatî sazkirin de, wan li ser wê rê ketin ku Encumena Kurdên Sûriyê tevlî ENS’ê bibe.
Avestakurd