Lê belê ajnasa DIHA û televîzyona Stêr dibêjin ku serokê PYD ne li dijî wê hevdîtinê ye û hawa wan ji wê hevdîtinê hebû ye.
Gelê kî rast dibêje?
Li gora Televîzyona Stêr û ajansa DIHA serokê PYD Salih Muslum wiha gotiye:
“Li ser hevdîtina ENKS’ê bi wezîrê karê derve Ahmed Davûtoglu û Serokê SUK’ê Avdilbasit Seyda re li Hewlêrê pêk hat Endamê Desteya Bilind ya Rojavaya Kurdistan Salih Mûslim bi taybet ji DÎHA’ê re aixvî. Mûslim, diyar kir ku hevdîtinê Encumena Niştimanî Kurdên Sûriyê (ENKS) bi Davutoglu û Evdilbasit Seyda re ji bo yekîtiya Kurd li Rojavaya Kurdistanê metirsî nîne û wiha “Berî niha me wek desteya bilind ya Rojavaya Kurdistan dabû zanîn ku em dikarin bi herkesê re hevdîtina pêkbînin. Ev hevdîtin bi agahiya me çêbûye. Em ne li dijî hevdîtinê wiha ne. Diba ku ev hevalê me yên di Desteya Bilind dene û en dem Endamê ENKS’ê ne bê me hevdîtinek wiha nekirina. Çinkî li gora peymana Hewlêrê dibe hemû karen dîplomasiyê bi destê Desteya Bilind ve bê kirin. Niha şaştiyek wiha bû. Lê ev nayê wateya metirsiyek li ser yekîtiya me, bila dile gelê me xweş be.”
http://www.sterk.tv/237-salih-muslim-em-ji-listika-biheztirin.html
Lê belê li gora Ajansa ANF jî serokê PYD Salih Muslum wiha gotiye:
“Bê ku em agahdar bikin, civînek wiha li dar xistin. Ev biryar bi awayeke hevpar nehatiye dayîn.” Muslîm bi bîr xist ku Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokwezîrê Berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih jî beşdarî hevdîtinê bûye û got; “Me xebatên xwe yên hevpar rawestand, heta ev bûyer bê zelalkirin em ê civîna xwe li Qamişloyê pêk bînin.”
http://ku.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=34363