Berî proje derbasî dengdanê bibe Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-mun axivitinek kir. Ban Ki-mun behsa tundiya li Helebê berdewam kir û got ku ‘Neteweyên Yekbûyî li Srebrenica û Ruanda di astengkirina komkujiyan de bi serneket, divê heman şaşîtî li Sûriyê neyê dubare kirin.” Li dema dengdanê de, ji 193 endaman 133’ê proje qebûlkir, 12 endaman redkir û 31 endam bê biryar man. Li gor projeya Erebistana Sûidî, bang li Esed tê kirin ji erkê xwe dûrbikeve, desthilatdariyê radestî hikûmeta demkî bike, rawestandina asîmanê hêzên Sûriyê û vegera leşkeran bo binecihên xwe.
Avestakurd