Zêdetirê salekî ye ku Kurd, li gellek bajaran ku di serî de li Amedê, naçine mizgeftên dewletê û li paş meleyên fermî nimêj nakin. Gelê Kurd, bi nimeja înê a sivîl, ligel hev rêz digrin, li kolan, parq û gellek deran.
Rojnamevan Ece Temelkuran, li ser vê mijarê disekine û dipirse, Kurd çima li mizgefta nimêja înê nakin?
Bersiva Ece Temelkuran wiha ye:
Çimki: Li mizgefta, xutbeya ku ji Enqerê ji meleyan re hatiye şandin tê xwendin. Tê gotin, artêşa me muzaffer bike ya Reb. Ew artêşa niha bi yewnanistan û Îsraîlê re şer nake, dike li hemerî kê muzaffer be? Bi vê hûn ji mirovên Mêrdînî, Colemêrgî, Amedî re vê dibêjin; artêşa me heye, wê kûrê te bikuje…