Serrûpel Nûçe Pirsgirêka Heyeta Bilind çareser bû

Pirsgirêka Heyeta Bilind çareser bû

Belav bike

Li gor jêderekî ji Hewlêrê ji Avestakurd re ragihandî, pirsa der barê hevdtîna ligel Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davûtoglû ku 5 endamên ENKS yê Heyeta Bilind bê Meclîsa Gel rûniştibûn û ev yek rê liber nerazîbûna her 5 endamên din yê Heyeta Bilind vekirbû çareser bû. Jêder da diyarkirin ku ji duhî were li otêleke Hewlêrê di navbera her 10 endamên Heyeta Bilind gotûbêj dihatin kirin. Her weha got ku 5 endamên ligel Davûtoglû hevdîtin kiribûn ew bê agahî weke kêmasî bi navkirine û 5 endamên Heyetê yên ji Meclîsa Gel jî ji helwesta hevdîtinê 5 endamên ENKS'ê ku di hevdîtina Davûtgolû de diyarkirîn keyfxweş bûne. Her weha Heyeta Bilind dê weke berê Kar û xebatên xwe berdewam bike.

 

Avestakurd