Li Tirkiyê li ser navê jinan cara ewile ku malpereke jinan a Kurd dest bi weşanê kiriye. FeminKurd.net, li Amedê dest bi weşana xwe kir. Kesên di feminkurdê de dixebitin hemû jin in.
Damezrînera feminkurdê Hamîyet Çelebî, dibêje, em dixwazin pirsgirêkên ku jina Kurd dijî, di rojevê de bigrin û bi nêrîneke jina li bûyerên li cîhanê diqewimin binêrin.
Di nav xebatkar û damezrînerên malpera feminkurdê de, parêzer, mamoste, bijîşk û xwendevan cih digrin.
Hamiyet Çelebî îfade dike ku, niha bi giranî bi tirkî cih didine nûçe û rûdanan lê sedema vê jî, gelê me pirraniya wan bi Kurdî nikare xwe îfade bike, bixwîne û armanca wan ev e ku, em jinên Kurd ji xwe re qadeke ku em karin bi zimanê xwe kar bikin vekin.