Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê Muayed Teyib di daxuyaniyekê daxwaz ji Hikûmeta Îraqê kir ku pereyên şirketên petrolê li Herêma Kurdistanê kar dikin bide. Her weha got ku divê samanên sirûştî û dahatûyên wê ji nakokiyên siyasî dûr bin û weke guvaşeke ti alî li hember hev bi kar neyînin. Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan Wezîrê Karê Sirûştî yê Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ger Hikûmeta Îraqê heta 31’ê Tebaxa 2012’yê pere şirketan nede dê şandina petrolê bo Îraqê rawestînin.
Avestakurd