Serrûpel Nûçe Erdogan gefa operasyona li dijî Sûriyê xwar

Erdogan gefa operasyona li dijî Sûriyê xwar

Belav bike
 Erdogan der barê bûyerên dawî ku li bakurê Kurdistanê dibin de û her ku diçe şer û pevçûn zêde dibin di kanala Ahaber’ê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Erdogan der barê PKK’ê de bê ku nav bide got ku hindek welatên Rojava û cîran û medya alîkariya PKK’ê dikin. Her weha got ku hindek aliyên siyasî di hundir de jî alîkariya PKK’ê dikin. Erdogan bal kişand ser Sûriyê  û got “Ji aliyê Sûriyê ve hin PKK’lî derbasî welatê me dibin. Niha yê herî vekirî piştgiriya Esed dike CHP’ê ye. Yê herî pirtir piştgirî dide PKK’ê jî Esed e.” Weha dewam kir “Min Wezîrê Karê Derve vale neşand Îraqê. Eger ev yek weke gef bidome di navbera me de dostanî namîne. Ger hûn dostaniyê dixwazin, divê hûn li vir şensê jiyanê nedin rêxistina terorê…Piştî Bexdayê hişiyarî da me roja din me operasyon li ser Qendîl kir. Gefa PKK’ê bidome devera bê xwestin em ê biçin li wir operasyonê bikin.” Her weha der barê operasyona li dijî Sûriyê de jî got “Ger gefek wisa ji Sûriyê bê, dê heman rêbazê li ser Sûriyê jî pêk bînin. Li ser sînor yekîneyên me tevgera xwe ya leşkerî weke ezmûn dikin. Herêma Şah Silêman xaka me ye. Ger mudaxeleke bibe, ev ne tenê ji bo me, ev tê wê wateyê mudaxeleya NATO hatiye kirin ka çê tê xwestin dê bêkirin.”

 

Avestakurd