Serrûpel Nûçe Bila Hikûmet bêje ‘min riya leşkerî sekinand’

Bila Hikûmet bêje ‘min riya leşkerî sekinand’

Belav bike
 Demîrtaş li avahiya BDP’ê ya Amedê der barê şerê ku ev 13 rojin Şemzînan dom dike de axivî. Demîrtaş da diyarkirin ku “Ji niha de ew dem hatiye Hikûmet derkeve û bêje ‘min rêya leşkerî sekinand. Qîrênên dê û bavên leşkeran bilind dibe. Qîmetê tu zarokan ji yê AKP’ê ne kêmtire. Dengê malbatên  leşkeran bi taybetî yên ku li wê Herêmê leşkeriyê dike bilind dibe. Em weke BDP’ê dixwazin biçin wê Herêmê. Lê, weke hûn dizanin ew herêm ‘herêma operaasyona leşkerî’ hatiye ragihandin û parlementerê min nikarin biçin wir. Gund hatine valekirin. 13 rojin leşker nikare derbas bibe wir, rastî ev e.” Hêjayî gotinê ye, 13 rojin şerekî dijwar li devera Şemzînan didome û li gor çavkaniyên deverê zêdeyî 35 kîlo metirî û rêyên çûn û hatinê xistiye destê xwe gelek leşker hatine kuştin.

 

Avestakurd