Serrûpel Nûçe Li Şemzînan Leşker û Polîs aştiyê dixwazin

Li Şemzînan Leşker û Polîs aştiyê dixwazin

Belav bike

 Heyeta ji Parlementerên CHP’ê (Aledîn Yuksel, Mihemed Şeker, Elî Heyder Oner, Salih Firat) diyarkirin ku li Şemzînan xwîn diherike, li ber pozê me dengê topan û şer dihat, li ser me re helîkopter diçûn û dihatin. Di berdewamiya axivitina xwe de Serokê Heyeta Şemzînan Aledîn Yuksel di daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re weha berdewamkir “Piştî ku nûçe û agahiyên rast ji Şemîznan nedigehan CHP’ê heyetek çêkir, lê piştî me heyet avakir ji nû berpirsên Hikûmetê daxuyanî dan.” Her weha got der barê nûçeyên çapemeniya Tirkiyê de ku nivîsî bûn ‘115 terorîst hatine kuştin’ nerstin û weha got “Nûçeya 115 endamên rêxistina terorîst hatine kuştin nerastin. Tê gotin li dora 39 kesan e. Ew jî heta nayê tesbîtkirin em nikarin van agahiyan bidin.” Her weha got “Gundî neçar mane gundê xwe bihêlin, di navbera du agiran de mabûn, rewşa wan nebaş bû…Me hevdîtin bi sedan xelkê deverê re pêk anî, hemû dibêjin ‘hejarî heye, bê karî heye’ lê dîsa jî xwelk daxwaza aramî, aşitiyê dikin.” Ji endamên Heyeta CHP’ê Mihemed Şeker diyarkir ku “Ji dengê top, bombe, guleyan xewa me di otêlê de nedihat. Li vir welatî, leşker, rêveber, polîs hemû şer naxwazin, aştiyê dixwazin. Li vir kesek tuneye ku şer bixwaze, her kes aşitiyê dixwaze.” Heyetê diyarkir ku ew ê rapora xwe amade bikin û ji Serokê CHP’ê re bilind bikin. Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 14 rojin şer di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirkiyê de li devera Şemzînan berdewam dike .

 

Avestakurd