Serrûpel Nûçe Ji Efrîqaya Başûr ji Clinton re nameya Ocalan

Ji Efrîqaya Başûr ji Clinton re nameya Ocalan

Belav bike
Dadgerê Efrîqaya Başûr Essa Moosa û rahîp Matthew Esau, ji Wezîra Karêderve yê Amerîkayê Hillary Clintona ku, dike 11ê tebaxa 2012 an de, bi serdaneke fermî biçe Tirkiyê re nameyek şandin. Di nameyê de hat  xwestin ku, ji bo daxwaziya azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan  bila piştgiriyê bide.
Moosa û Esau, diyar kirin ku, azadiya Ocalan, wê ji rojhilata navîn, rê ji demokrasî û aşîtiyê re veke.
dadger Essa Moosa û Rahîp Matthew Esau, parêzeriya Rêberê Efrîqa Başûr yê efsanewî Nelson Mandela û  Desmond Tutu’yê ku Xelata Nobelê a Aşîtiyê girtiye, kirine.
Name, di rojnameya Yekşem a Efrêqa Başûr, bi sernivîsa “ji bo Kurd û Ocalan azadî” hate weşandin. Di nameyê de tê îfadekirin ku, ew tevgera Kurdan û  têkoşîna Kurdan û Ocalan ne ”terorîst” wana şervanên azadiyê dibînin.