Li gor perlamenterê CHP’ê Dudu, Artêşa Tirkiyê li gundên li ser sînor yên navçeya Reyhanli a Hatayê bi tirimbêlên Hawar Hatinê pêdiviyên şer derbasî Sûriyê dikin û ji Sûriyê birîndaran tînin Tirkiyê. Parlementerê CHP’ê der barê vê mijarê de weha daxuyanî daye çapemeniyê “Li gor hevdîtinên me ligel welatiyan pêk anî, tirimbêlên Hawar Hatinê dema derbasî Sûriyê dibin pêdiviyên şer dibin û di vegerê de birîndaran ligel xwe tînin Tirkiyê. Her kesên li wir vê yekê dibêjin. Ger ev îdîa rast be, qet nayê qebûlkirin. Ev tê vê wateyê ku yekser destê Hikûmetê di nava vî karî de heye.” Her weha di berdewamiya axivitina xwe de got “Gundiyên ser sînor dibêjin ku hindek malên van gundan bûne wargehên leşkerî. Berî niha jî min der barê sînor û kontrolkirina sînor de rapor dabû Meclîsê, lê bê encam bû. Ev yek yekser Serokwezîr Erdogan berpirse.” Her weha li gor daxuyaniya parlementer gundî didin diyarkirin ku ev tirimbêl kesek nikare rawestîne ji ber ku yekser girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ne.
Avestakurd