Li gorî agahî û pêzanînên mudîrê beşê Kardiyolojiya Zarokan ya Nexweşxaneya Zanîngeha Bonnê Prof. Dr. Johannes Breuer bi rêya Jomana Djoumma dayîn me, Mihemed Salih Qubat ê 10 salî gelek qonaxên zehmet û dijwar derbaskirine û ew ji mirinê xilas bûye, lê hêj pêdiviya wî bi dermankirinê heye. Li gor van agahî û pêzanînan; ji dema dermankirina Mihemed Salih Qubat destpêkirî heta niha 5 caran hatiye ameliyatkirin. Lê, di destpêkê de ji ber dilê Mihemed gelekî xerab bûbû neçar bûn dilê wî bi dermanan xurt bikin. Dilê wî 400 % werimîbû. Piştî ameliyata mezin gelek pirsgirêk çêbûn; nezîf çêbû, rayê pişikê gelek teng bû, lewma ameliyetek mezin ji bo pînekirina wê pêwîst bû. Mihemed 10 demjmêran di ameliyatê de ma, mehekê bê hiş ma. Niha ew hişiyar bûye. Lê Miemed gelek lewaz bûye, ji bo ku rayên edaleyên wî xurt bibin jê re her roj mesaj û sporê (physiotherapy) çêdikin. Da ku Mihemed bikaribe bê ser xwe ve were, qirika wî kunkirine û bi rêya xertûmê xwarinê didinê. Niha giraniya Mihemed 20 kîlo ye. Doktor dibêjin ew nêzîkî 4 hefteyan di bin cîhaz de maye û pereyên her hefteykê 6000 dolare. Her weha dane diyarkirin ku ji bo Mihemed baş sax bibe û were ser xwe pêdiviya wî bi dermankirinê heye û ev jî tê wateya xerckirina zêdetir pere. Heta niha ji bo Mihemed 48 hezar euro kom bûye, lê doktor dibêjin dê xerckirina dermankirina wî bibe 90 hezar euro. Ji bo zêdetir agahî û pêzanînan der barê Mihemed Salih Qubat de hûn dikarin vê hejmara telefonê (0049178-8495283) lêbixin. Û ji bo şandina alîkariyê ji bo Mihemed Salih Qubat hûn dikarin ser van navnîşanan bişînin:
HESABÊ BANKAYÊ JI BO HUNDIRÊ ALMANYA
Kontoinhaber: Universitätsklinikum Bonn
Kreditinstitut: Deutsche Bank
Kontonummer: 0313791
BLZ: 38070059
Verwendungszweck: G-022.0022 Mohamed (ji bîr nekin, vê numerê û nav binivisînin)
HESABÊ BANKAYÊ JI BO DERVEYÎ ALMANYA
Nav: Universitaetsklinikum
Banka: Sparkasse KoelnBonn
IBAN: DE52370501980010650661
SWIFT-BIC: COLSDE33
Armanca pereshandinê: G-022.0022 Mohamed (ji bîr nekin, vê numerê û nav binivisînin)
Demhat Dêrîkî