Kurdolog û lêkolîner Michael Leezenberg, li ser wêjeya Kurdan lêkolînan dike û bi zimanê Kurdî diaxife. Bi Kurdiyeke zelal û delal.
Bi rastî dema mirov Leezenberg temaşe û guhdarî dike, ji aliyêkî bextewar dibe, ji ber ku lêkolînerekî biyanî ewqas Kurdî baş diaxife, ji aliyê din jî xemgîn dibe, ji ber ku gellek Kurd û bi taybet jî Kurdên li Kurdistana Bakur nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin, binivîsin û bixwînin.
Lêkolîner Michael Leezenberg, li ser ekranê Stêrk Tv.yê, di bernameya Rawêj a ku Hesen Qazî pêşkêş dikir de, bi zimanê Kurdan ziman û wêjeya Kurdan ji Kurdan re vedibêje.
Û bersivê dide Bulend Arincê ku gotibû, Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye,Leezenber dibêje, Kurdî zimanê şaristaniyê ye.