Serrûpel Nûçe Artêşa Esed Heleb ji destê muxalifan derxist

Artêşa Esed Heleb ji destê muxalifan derxist

Belav bike

 Ew çend roj bûn ku çekdarên muxalif li hin taxên mezin yên Helebê bicîh bûbûn û çapemeniya Tirkiyê ligel berpirsên dewletê îdîa dikirin ku ketina bajarê Helebê ser rojan maye û dê Heleb ji destê rejîmê bi temamî derkeve. Lê, bo cara yekê ji dema xwepêşandanên li dijî rejîma Esed destpêkirîn, artêşa Esed bi balefir û 20 hezar leşker operasyoneke mezin li dijî muxalifan d destpêkirin. Piştî çend rojan, çekdarên Artêşa Azad ragihandin ku wan xwe ji Helebê vekişand. Heleb ku hejmara niştecihê xwe 3 milyon kes e, piştî van pevçûnan ji bilî hilweşîna avahiyan, kuştin, birîndar û reva xelkê ji bajêr li pey xwe tiştek din nehişt.

 

Avestakurd