Serrûpel Nûçe Di navbera leşkerên Urdun û Sûriyê de şer derket

Di navbera leşkerên Urdun û Sûriyê de şer derket

Belav bike
  

Li gor çapemeniya Sûriyê ragihandî, îro di navbera leşkerên Urdun û yên rejîma Sûriyê de pevçûn qewimiye. Berî niha jî leşkerên Sûriyê xelkên Sûrî yên dixwazin ji Sûriyê birevin Urdunê gulebaran kiribûn di encam de zarokek 4 rojî hatibû kuştin. Li gor berpirsên leşkerî daxuyanî dayîn çapemeniya Urdunê ti birîndarî û kuştî di nava leşkerên Urdunê de çênebûye. Lê di heman demê de diyarkirin ku leşkerên Sûriyê her şev xelkên ji Sûriyê direvin gulebaran dikin. Hêjayî gotinê ye hejmara penaberên Sûriyê li Urdunê gihiştiye 140 hezar kesan.

 

Avestakurd