Li Rusyayê terîqeteke îslamî a ku endamê wê 10 salin ku di bin erdê de, di tuneleke ku kolane de dijîn derkete holê. Hat diyar kirin ku, di nav yên ku mehkuma, di bin erdê de jiyanê kirine de, 20 zarok jî hene. 10 salin ku qet ronahî nedîtine.
Li Rusya, herêma Tataristanê, bajarê Kazanê, terîqeta ku ji aliyê Faizrakhman Satarov ve hatiye avakirin, zêdetirî 70 endamên wê, 10 salin ku di bin erdê de dijîn. Wan kesana, perwerdehî jî nedîtine û ji xizmetên tenduristiyê jî îstifade nekirine.
Terîqet bi tesadufî derketiye holê. Polîsên Rus, li cihê terîqetê lêgerîn kiriye û rasta vê terîqetê hatine.
Endamên terîqetê, di bin erdê de, tenê Quran xwendine û fêrmendên Fizrakhman Satarov dîtine.
Faizrakhman Satarovê ku li Tataristanê dijî yê 83 salî, terîqeta îslamî ava kiriye û otorîta ti dewletê qebûl nakiye. Di sala 1990 an de
xwe wek pêxember îlan kir û mala xwe jî dewleta îslamî a serbixwe danasîn.