Bi hezaran hemwelatiyên Suriyê, yên ku ji ber şer û pevçûnên li Suriyê direvin, xwe spartine sînorê bajarê Kîlîsê ku derbasa Tirkiyê bibin. Tê gotin ku hejmara penaberan nêzika 3 hezarî ye û di nav wan de kesên birîndar jî hene.
Li gorî nûçeya rojnameya Radîkalê, bi rojan e ku gellek malbat hatine ser sînor û bê av û birçî, di bin siya darên zeytûnan de, dipên ku sînor derbas bikin.
Penaberên ku ji Suriyê reviyane, bi zarok û jin û xortan, di nav rewşeke gellekî xirab de dipên.
Penaberan, qasî ku karin bi xwe re eşyayên xwe anîne. Hema hema her malbatê bi xwe re wantîlator û klîma anîne. Çİmkî doh li dera ku penaber lê dimînên, germahî derkete 44 pileya.
Artêşa Suriya Azad, bi otobusan her roj hemwelatiyên ku ji şer direvin, vediguhestînine ber sînorê Tirkiyê.