Serrûpel Nûçe Dewleta mezin ya Kurdan ava dibe

Dewleta mezin ya Kurdan ava dibe

Belav bike
 Bîrand balê dikişîne ser pêşketinên li Herêmê û dibêje “Pêşketinên wisa li Herêmê çêdibin, sînor ewqas tên lîstandin ku gotinên mezin ‘tiştek weha nabe’, ’em rê nadin vê yekê’ feyda nake. Tiştek weha dê weke hingiv çêbe û Tirkiyê nikare mudaxeleya wê bike. Hûnê çi bikin? Hûnê şer bikin? Em barember van hemû pêşketinan çi dikin? Civakeke aqilmend dê çi bike?” Bîrand bê ku nav bide bang li Hikûmetê û berpirsên dewleta Tirk dike û dibêje ku “Em wêneya mezin bibînin ka bûyer bi kû de diçe û kêliyek berî kêliyan din em pirsgirêkê di nava sînorê xwe de çareser bikin da ku ji perçebûnê xilas bibin.” Her weha Bîrand balê dikişîne ser PKK’ê ku dewleta Tirkiyê tenê pirs bi ‘teror û PKK’ê’ ve hêlaye û di encam de metirsiya xwe ya mezin hate dîtin. Bîran di beşeke din ya gotara xwe de dide diyarkirin ku ji bo hesabên biçûk doza mezin tê wenda kirin û weha got “Ji ber hesabên biçûk yên siyasî em doza mezin wenda dikin. Yan jî Hikûmet lîstika  mezin ya satrançê ku kesekî ji me fêm nekirî dilîze! Nexwe xweş bawer bikin, ez amademe lêborînê bixwazim. Yan na, wê demê ezê ji bo hesabxwestina ji berpirsên vê berdewam biqîrîm. Emê mêze bikin ka kî yê mafdar derkeve…Em hêjî li pey hesabên biçûkin.”

 

Avestakurd