Mebesta Barzanî ji vê serdanê hem gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Kurdistanê û Îraqê hem jî pirsîna rewşa Talabanî ya tendurustî bû.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya YNK, PUKmedia, serokomarê Iraqê Celal Talebanî li cihê bêhinvedana xwe ya li bajarê Almanya, Berlînê, pêşwazîya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Li gorî nûçeyê, Barzanî, bi germî rewşa tenduristiya Talebanî pirs kiriye û kêfxweşiya ji serkeftina neştergeriya ku ji bo Talebanî hatiye kirin, nîşan daye û hêviya xwe jî aniye ziman ku di demeke kurt de Talebanî vegere welêt, ji ber ku bo çareseriya arîşeyan pêwîstî bi wî heye.
Hat gotin, Talebanî jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye ku serdana wî kiriye û di beşek din ya kombûnê de, arîşe û aloziyên Iraq û Herêma Kurdistan û çawaniya çareseriya wan hatiye axaftin û li ser yekrêzî û bihêzkirina têkiliyên navbera PDK û YNK hatiye kirin.