Li Suriyê şerê di navbera mixalifan û artêşa Suriyê de dewam dike. Îro mixalifan daxuyand ku, ji aliyê wan ve balafireke şer a aîda artêşa Suriyê a MÎG 23 hatiye xistin. Dîmenên xistina balafirê jî li ser înternetê hat weşandin.
Di dîmenan de xuya dike ku, balafirek li hewa derbê dixwe û agir pê dikeve.
Dema balafir dikeve, dengê mixalifan bilind dibe û bi tekbîrên “Allahu Ekber” diqîrin.