Di hevdîtina de, Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina balyoz Ni Cian kir û diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên ligel Komara Çînê.
Ji aliyê xwe ve balyoz got ku ew bi pêşketinên ku li herêma Kurdistabê çêdibin sersam in.
Balyoz her wiha got ku ew dixwazin di çerçeveya xurtkirina pêwendiyên ligel Iraqê, pêwendiyên xwe ligel herêma Kurdistanê jî xurt bikin, bi taybetî di warê zanistî, aborî, kulturî û bazirganî de.
serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin pêwendiyên ligel Çînê û ew amade ne pêwendiyên xwe hîn beferehtir bikin, bi taybetî di warê pîşesazî, kulturî, turîzm û keştûkal.
AVESTA KURD