AVESTA KURD – Duh (12-8-2012) li gor ku gelek malperên internetê yên ereb gotibûn, ku ekterê sûrî yê navdar “Wail Şeref” û hin kesên ji malbata wî li herêmeke nêzîkî sînorê Turkiyê li aliyê parêzgeha Helebê di encama bombeban kirina hêzên rêjîma Sûriyê de hatine kuştin.
Dibêjin ku Şeref û mabata wî xwestibûn ji Sûriyê birevin Turkiyê û di riya derketinê de bi bombeyên rêjîma Sûriyê hatine kuştin.
Wail Şeref di nav miletê Sûriyê de wek piştgirekî germ ji rêjîma Beis re dihate nas kirin û hin caran derdiket ser kenalên televîyonên rêjîma Sûriyê (Dunya – Sûriya) û piştgiriya rêjîma Esed dikir û li dijî Şoreşa miletê Sûriyê diaxifî.
I.K