Piştî desteserkirina Aygun ji aliyê HPG’ê ve ku bûyî cihê nerazîbûna partiyên siyasî, sazî û civaka Tirkiyê ve, di serî de BDP’ê û paşê gelek partî û parlementeran ev bûyer rexne kirin. Lê Serok CHP’ê Kiliçdaroglû der barê bûyerê de nirxandin û dîtina xwe cuda bû. Kiliçdaroglû di axivitina xwe ya der barê bûyerê de ku di çapemeniya Tirkiyê cih girt, got “Birêz Serokwezîr dibêje ku ’em li her metireke vî welatî serdestin’, madem wehaye nexwe çi dibe? Çawa parlementerek weha rehet dibin, direvînin?” Kiliçdaroglû di berdewamiya axivitina xwe de behsa telefona Erdogan kir û weha pêdeçû “Birêz Serokwezîr li min geriya. Got ku ew ji nêzîk ve dişopînin. Diyarkir ku bi Wezîrê Karê Hundir re jî axivî ye. Lê ger hûn ji baweriya min a durist pirs bikin, rewşa hikûmetê ku dê çareser bike tune ye. Berî parlementerê me bê revandin tu agahiya me nebû. Lê, tiştek heye ku mejiyê me dike nava gumana de heye. Divê li ser vê gotina Erdogan ‘me ev bûyer hêvî dikir’ bê sekinandin. Gelo ev tê çi wateyê? Hikûmet agahdar bû, dizaniye? Dixwest vê bêjê? Divê Serokwezîr vê gotina xwe aşkere bike. Gelo Serokwezîr dixwze bêje ku di encama bûyera Şemzînan de agahî wergirtibû û bi me re parve nekiribû?” Hêjayî gotinê ye, piştî desteserkirina Aygun rojeva Tirkiyê serûbin bû û her ku diçe bûyer ji gelek aliyan ve zelal dibe. PKK’ê jî ji aliyê xwe ragihand ku piştî lêpirsîna ligel Aygun bi dawî bibe dê wî serbest berdin.
Avestakurd