Serrûpel Nûçe Huseyîn Aygun daxuyanî da çapemeniyê (Vîdyo)

Huseyîn Aygun daxuyanî da çapemeniyê (Vîdyo)

Belav bike

Parlementerê Dêrsimê Huseyîn Aygun, piştî serbest berdana wî, daxuyanî da çapemeniyê. Aygun diyar kir ku, dema gerîlayan ez berdam, xwe teva min kirin ez maç kirim, ji min re gotin ku ‘me jibîr neke.”
Parlementer Aygun, di daxuyaniya xwe de bi kurtasî wiha got: Hevalên ciwan yên ku ez birim, ji min xwestin ku ez li meclîsê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hîn zêde bixebitim, ev ji min rica kirin…ji min re gotin ku ger tu wek serbixwe siyasetê bikî em ê memnun bibin, min jî ji wan re got ku, ez di bin siya çekan de nikarim siyasetê bikim…zarokên vî welatî ne, ew derana dihatin bombebarandin, ger em bihatana kuştin aşîtî wê hîn têketa zorê…bi taybet ji min xwestin ku ew xwîna ku dirije ji bo rawestandinê ez hîn zêde hewlbidim…em 6-7 seetan meşiyan, me xwe gihane çiyayên ku ez zanim ên Dêrsimê. Min bêriya ew çiyan kiribû…xwezîka ew ciwanana jî di nav civakê de bûna û zanîngeh bixwendana… ”